Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Îro Careke Din Diçe Koreya Bakur


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, jibo danûstandinan dawîkirina programa navokî ya Koreya Bakur îro Pêncşemê dihere wî welatî.

Pompeo, ku ji alîyê Serokê Amerîka Donald Trump ve, bi karê şopandina soza Kim ya bênavokîbûnê hatiye erkdar kirin, cara sêyê ye ku diçe Koreya Bakur.

Li ber e, Kim ligel karbidestên payabilind bicive û vê şevê li Koreya Bakur derbaz bike.

Rêberê Koreya Bakurî Kim di hilcivîna bi Trump re, li Sîngaporê soz dabû ku ewê Nîvgirava Koreyî bi tevahî ji çekên navokî paqij bikin, lê ti hûrgilî nedabûn ku ew yek çawa pêk were.

Pompeo armanc dike ku bona dawîkirina programa nacokî sozên zelal ji karbidestên Koreya Bakur wergire û danana nexşerêyekê li wan bide pejirandin.

Hevdem, raportên îstixbaratî yên Amerîkî jî bawer dikin ki rêberê Koreya Bakurî Kim Jong Un bi berdewamî binsazîya programa xwe ya navokî ava dike.

Dezgehên ragihandinê yên Amerîkî di rojên dawî de hin wêne weşandin û îdia kirine ku Koreya Bakur kargehên navokî berfireh dike.

XS
SM
MD
LG