Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Îdiayên Ser Karvekişîna Wî Red Dike


Berdevikê Wezîrê Derve yê Amerîka Morgan Ortagus dîyar kir ku nûçeyên ku îdia dikin ku Wezîrê Derve Mike Pompeo dê karvekişîna xwe ragihîne derew in.

Kovara TIME ya Amerîkî îdia kiribû ku Mike Pompeo hazirîyê dike ku karvekişîna xwe ragihîne û dabû zanîn ku ew dê di hilbijartina sala pêş de bo senatorîya eyaleta Kansasê bibe berbijar.

Ortagus bi daxuyanîyeke kin dîyar kir ku nûçeya TIME ‘’bi temamî şaş e’’ û got ku Pompeo sed ji sedê bala xwe daye ser wezîrîya derve ya Serok Trump.

TIME ji zarê sê karbidestên Komarî yên navên wan nehatine eşkere kirin da zanîn ku Pompeo naxwaze ku peyavjoya lêpirsîna jikardûrxistinê ya Trump zararê bide wî.

Kovarê îdia kir ku di navbera Trump û Pompeo de kêşe çêbûne.

Nûçeya kovarê nade zanîn ku Pompeo planên xwe ji Serok Trump re gotine yan na, lê jêderên li Washingtonê ew demek e didin zanîn ku Pompeo dixwaze bibe senator.

XS
SM
MD
LG