Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Kurd Wê Bibin Beşeke Prosesa Danûstandinên Sibêroja Sûrîyê


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo şeva Çarşemê li Washingtonê got ku Kurdên Sûrîyê “hevkarên wan yên hêja ne.”

Pompeo di konferansa Enstîtuya Cîhûyan ya bo Ewlehîya Netewî ya Amerîka (Jewish Institute for National Security of America / JINSA) piştrast kir ku Kurd wê bibin beşeke prosesa danûstandinên sibêroja sîyasî ya Sûrîyê.

“Emê misoger bikin ku Kurdên Sûrîyê di maseya danûstandinan de xwedîyê kursîyê bin. Ger ew pêk neyê, emê beşdarîya wê peyvajoyê nekin.”

Pompeo karbidestê herî bilind yê Amerîkî ye ku pêgirîya dirêjdemî ya bi Kurdan re piştrast dike.

Berê jî James Jeffrey, nûnerê taybet yê Pompeo gotibû ku Amerîka dê bi demeke dirêj, heta ku armancên girîng bi cîh werin, li Sûrîyê bimîne.

XS
SM
MD
LG