Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mike Pompeo Cara Pêşî Serdana Rûsya Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dê li Rûsya bi hevtayê xwe yê Rûs Sergey Lavrov û bi serokê wî welatî Vladimir Putin re bicive.

Pompeo, ku cara pêşî serdana Rûsya dike, dê îro Duşemê berê li Balyozxaneya Amerîka ya li Moskowê bi dîplomatên Amerîkî re kom bibe.

Wezîrê Amerîkî dê sibê Sêşemê jî li Soçî bi Putin û Lavrov re civînê li dar xe.

Jiber Venezuela û Îranê girjîya di navbera Washington û Tehranê de di rojên dawî de gur bûye.

Washington li Venezuela dijî serokê wî welatî Nicolas Maduro piştgirîya rêberê rikeberîyê Juan Guiado dike, lê Moskow alîgirê Maduro ye.

Di mijara Îranê de, Moskow ji Washingtonê dixwaze ku ‘’li şûna gefan bi rêkên demokrasîyê’’ kêşeyên bi Tehranê re çareser bike.

XS
SM
MD
LG