Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, di gera xwe ya Rojhilata Navîn de, piştî Qatarê ber bi Erebistana Saudî ve bi rê ket.
Pompeo li firîngehê ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew û Prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Mihemed Bîn Salman dê ser kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî biaxifin û hewil bidin ku wê mijarê zelal bikin.
Xaşiqcî di Cotmeha 2018’an de li Konsulxaneya Erebistana Saudî ya li Stenbolê hatibû kuştin.
Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) bi raportekê dîyar kiribû ku Xaşiqcî bi fermana Mihemed Bîn Salman hatiye kuştin, lê karbidestên Saudî vê îdiayê bi tundî red dikin.