Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Dê Serdana Erebîstana Saudî û Tirkîyê Bike


Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê ragihand ku bi Qralê Erebîstana Saudî Selman re axifîye û da zanîn ku di destê wî de ser rojnamevanê hinda Cemal Xaşiqcî ti agahî tune.

Trump da zanîn ku dê Wezîrê Derve Mike Pompeo, bo bi Selman re bicive demûdest bişîne Erebîstana Saudî.

Berdevkê Civata Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka dîyar kir ku Pompeo dê piştî Erebîstana Saudî serdana Tirkîyê jî bike.

Li gor daxuyanîya berdevkê Civata Ewlekarîya Neteweyî, Amerîka dixwaze ku karbidestên Tirk bi hevkarîya berfireh ya hikûmeta Erebîstana Saudî ser rewşa Xaşiqcî vekolînê bikin û encamê bi awayekî fermî ragihînin.

Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

XS
SM
MD
LG