Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Piştî Serdana Erebîstana Saudî Derbazî Tirkîyê Bû


Pompeo û karbidestên Saudî, berî Pompeo ji Rîyadê derkeve
Pompeo û karbidestên Saudî, berî Pompeo ji Rîyadê derkeve

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo piştî serdana Erebîstana Saudî derbazî Tirkîyê bû.

Pompeo li Firîngeha Esenboga ya Enqerê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek pêk anî.

Mijara sereke ya serdanên Pompeo rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî ye.

Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû hindurê Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Li ber e ku Pompeo bi hevtayê xwe yê Tirk, Mevlut Çavuşoglu re jî bicive.

Tirkîye li ser gumana kuştina Xaşiqcî disekine, lê Erebîstana Saudî vê îdiayê red dike.

XS
SM
MD
LG