Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo, Tirkîye Ser Bakurê Rojhilata Sûrîyê Hişyar Kir


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di civîna bi hevtayê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu re, Tirkîye ser operasyona gumankirî ya dijî bakurê rojhilata Sûrîyê hişyar kir.

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Pompeo ji Çavuşoglu re dîyar kiriye ku ger leşkerên Tirk li bakurê rojhilata Sûrîyê operasyonê çêkin ewê encamên wê hilweşîner bin.

Amerîka û Tirkîye ew demek e ser Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dijî hev tevdigerin.

Washington, HSD’ê, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de wek hevkarekî girîng dibîne, lê Enqere wê yekîneyê rêxistineke terorîst dihesibîne.

XS
SM
MD
LG