Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Dibêje Ew bo Venezuela Hizira Bijareyên Leşkerî jî Dikin


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro got ku ew amade ne ku bo sekinandina alozîyên li Venezuela maytekirina leşkerî bikin.

"Operasyoneke leşkerî pêkan e. Ger pêdivî be, Welatên Yekbûyî yên Amerîka dê wê yekê pêk bîn," Pompeo di kanala Fox TV de got.

Pompeo got ku bijareya wan ew e ku Nicolas Maduro desthilatê bi aştîyane radestî Juan Guaido bike ku ji hêla Amerîka û 50 dewletên din ve wek rêberê rêwa yê Venezuela tê dîtin.

Şîretvanê netewî yê Amerîka John Bolton jî ji CNNê re gotibû ku Pompeo wê Çarşemê bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergei Lavrov re, ser rewşa Venezuela bipeyîve.

Pompeo gotibû ku Maduro hazir bû ku welêt bihêle û here Kubayê, lê Rûsya ew îkna kir ku li Venezuela bimîne û şerê xwe bidomîne.

Wezareta derve ya Rûsya îdiaya Pompeo red kir û wek beşeke serê ragihandinê bi nav kir. Maduro jî got ku ew îdia bê bingeh in.

XS
SM
MD
LG