Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo bo Venezuela Banga Hilbijartineke Azad Dike


Rêvebirîya Amerîka ser Civata Hilbijartinê ya Neteweyî (CNE) ya nû ya Venezuela bertek nîşan da û dîyar kir ku ew nikarin bi encamên hilbijartinê bawer bikin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ser sîyaseta dawî ya Venezuela daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Pompeo da zanîn ku Venezuela dikare kêşeyên sîyasî bi hilbijartineke azad bi dawî bike.

‘’Dadgeha Bilind ya Venezuela, ku endamên wê alîgirên Nicolas Maduro ne, mixabin bi çêkirina CNE, hewil didin qanûnên wî welatî binpê bikin.’’ Pompeo got.

Wî dîyar kir ku divê bo gelê Venezuela civateke hilbijartinê ya serbixwe çêbe û ew civat ji alîyê meclîseke demokratîk ve were hilbijartin.

XS
SM
MD
LG