Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Duşemê wek mêvanê fermî yê CEO’yê Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî (U.S. Agency for Global Media /USAGM) Michael Pack seredana nevenda giştî ya Dengê Amerîka (VOA) dike.
Çaverê ye ku Pompeo di dema serdedan xwe de bal bikşîne ser girîngîya VOA û rola wê ya girîng di gîhandina nirx û berjewendîyên Amerîka ji tevahîya cîhanê re.
Li ber e ku Pompeo piştî pêşkêşkirina gotara xwe, di hevpeyvîneke taybet de bersîva pirsên Rêvebirê Giştî yê Dengê Amerîka Robert Reilly bide.
Dengê Amerîka beşek ji USAGM e û herwiha Radyo Ewrupaya Azad /Radyo Azadî, Ofîsa Weşanê ya Kuba, Radyo Asyaya Azad û Torên Weşanê ya Rojhilata Navîn ji dike di bin banê wê sazîya fermî de ne.