Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Dê bi Wezîrên Derve yên Azerbaycan û Ermenistanê re Bicive


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dê îro Înê li Washingtonê bi hevtayên xwe yên Ermenî û Azerî re bicive.

Wezîrên Azerî û Ermenî dê bi Pompeo re ji hev cihê kom bibin.

Amerîka, ku bi Fransa û Rûsya re di Koma Mînsk de ye, bang li Ermenistan û Azerbaycanê dike ku pevçûnên li Nagorno – Qarabaxê rawestînin û bi danûstandinan agirbestê ragihînin.

Wezîrên derve yên Ermenistan û Azerbaycanê di nav vê hefteyê de serdana Moskowê jî kiribûn û bi Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov re kom bûbûn.

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan dibêje ew bo demeke nêzîk ti çareserîyeke dîplomatîk namîne û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev jî dîyar dike ku heta hêzên Ermenistanê ji Nagorno – Qarabaxê venekişin ewê operasyonên wan ranewestin.

XS
SM
MD
LG