Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo li Washingtonê bi Wezîrên Ermenî û Azerî re Kom Bû


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Înê li Washington ya paytext bi wezîrên derve yên Azerbaycan û Ermenistanê re kom bû.

Mike Pompeo bi her du wezîran re ji hev cihê civîn çêkir.

Pompeo berê bi qasî 40 deqîqe bi hevtayê xwe yê Azerî Ceyhun Bayramov re axifî. Dûre, Wezîrê Derve yê Ermenistanê Zohrab Mnatsakanyan çû Wezareta Derve ya Amerîka.

Berdevika Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus ser civînên bi wezîrên Ermenî û Azerî re daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Pompeo ji her du alîyan xwestiye ku pevçûnên xwe yên li herêma Nagorno – Qarabaxê rawestînin û berevanîya sîvîlan bikin.

Wezîrên derve yên Ermenistan û Azerbaycanê serdana Moskowê jî kiribûn, lê hewildanên lihevkirinê yên bi navbeynkarîya Rûsya bi ser neketibûn.

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan gotibû ku ew bo demeke nêzîk ti çareserîyeke dîplomatîk nabîne û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev jî dîyar kiribû ku heta hêzên Ermenistanê ji Nagorno – Qarabaxê venekişin ewê operasyonên wan ranewestin.

XS
SM
MD
LG