Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku divê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) di sîstema xwe de guherînên mezin çêke.
Pompeo da zanîn ku ger WHO xwe neguherîne dibe ku Amerîka careke din bi ti awayî alîkarîya wê rêxistinê neke.
Serok Donald Trump hefteya borî gotibû ku WHO piştgirîya Çînê dike û alîkarîya diravî ya bo wê rêxistinê rawestandibû.
‘’Amerîka belkî careke din bi ti awayî nehêle ku bacên Amerîkîyan ji WHO re here.’’ Pompo got.
WHO îdiayên berpirsên Amerîkî red dike û Çîn jî dide zanîn ku wan ser vîrusa korona tiştek veneşartiye.
Amerîka di sala 2019’an de pirtir ji 400 mîlyon dolar alîkarî dabû WHO ku ew 15 ji sedê budçeya wê rêxistinê ye.