Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bang li Rûsya û Kuba kir ku piştgirîyê nedin Serokê Venezuela Nicolas Maduro.
Pompeo di serdana Kolombîya de çû Cucuta, ku li sînorê Venezuela ye, û ji Maduro xwest ku bo alîkarîyên mirovî derîyan veke.
‘’Kubayî divê zanibin ku ger ew piştgirîya bo Nicolas Maduro bidomînin ewê bedeleke vê hebe’’ Pompeo got.
Wî da zanîn ku ew bi heman awayî dê Rûsya jî hişyar bikin.
Amerîka û jimareke dewletên Ewrupa dijî Maduro piştîriya rêberê rikeberîyê Juan Guaido dikin û wî wek serokê demkî yê Venezuela nas dikin.
Li hember vê, Rûsya, Çîn û Kuba piştgirîya Maduro dikin.