Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Divê Vatîkan Binpêkirina Azadîya Olî li Çînê Şermezar Bike


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Çarşemê got ku divê Vatîkan jibo parastina mafê mirovan binpêkirina azadîya olî li Çînê şermezar bike.

Pompeo wê bangawazîyê, di konferansa azadîya olî de li Balyozxanêya Amerîkî ya li Vatikanê kir. Ew konferans di demekê de pek tê ku Vatîkan û Çînê li ser berbijarîya qeşêyan dest bi gûftûgoyan dikin- ku ew wek lihevhatinêkê niqaşî tê bi nav kirin.

Di konfêransê de herwiha Wezîrê Derveyê berê ya Vatîkan Archbishop Paul Gallagher ji amade bû, lê di axaftinê xwe de behsa Çînê nekir.

Gallagher, bi piranî li ser gefên li diji azadîya olî de sekînî, behsa îdeolojîya zayendî ya welatên Rojavayî kir û herwiha qala mijarên ku hesas tên hêsibandin kir- ku wi got ew jibo bavermêndên olî gef in.

“Watêya ‘hebûna dêrekê, wek dezgeheke mayînde ya xwedîyê gelek erkan e,” Pompeo ji zarê Papa Francis ragihand. “Yek ji wan erkan ew e ku divê dêr tim parastina mafê mirovan bike.”

Herwiha, Wezîrê Derveyê Vatikan Cardinal Pietro Parolin li ser parastina azadîya olî ya Vatîkanê bi gelemperî axifî, le wî di axaftinê xwe de bêhsa Çînê û welatên din nekir.

XS
SM
MD
LG