Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pope Francis Dibêje Demokrasî Di Rewşeke Tenduristî Ya Nebaş De Ye


Rêberê ruhanî yê Krîstîyanên Katolîk yên cîhanê Pope Francis îro Yekşemê siyaseta populist şermezar kir, ku wek "xerabiya îdeolojîyê" bi nav kir.

Pope Francis herwiha hişyarî da ku li gelek heremên cîhanê demokrasî di rewşek nebaş de ye.

"Eşkere ye ku demokrasî di cîhana îroyîn de ne baş e," wî got.

Wî anî ziman ku gelek kes hest dikin ku ew li derveyî demokrasîyê hatine hîştin, dema ku xizan û şikeştî di xweparastin û çareserîya kêşeyan de tenê hatin hîştin.

Pope got ku "krîza demokrasîyê" li ser gelek welatan bandorên neyînî çêkirine, lê ti mînakên taybet nedan.

Wî dabeşbûnî û partîzanî şermezar kir, û îdeolojî jî bi tundî rexne kir.

"Îdeolojî xapandin in...Ew we dixapînin, lê ew rê didin ku hûn xwe înkar bikin. Ka em bi çareserîyên hêsan neyên xapandin. Li şûna vê yekê ka em dilxwazê başîya hevpar bin," wî got.

Pope hevdem bal kişand ser zarara ku jiber "gendelî û bêhiqûqîya" siyasî derketiye holê, hevdem neheqî û newekhevbûna civakî jî şermezar kir.

"Çima em li hember xirabîya belavbûyî ya berbiçav zêde, jiyan têne wêran kirin, pirsgirêkên karkeran, êşên koçberan ecêb namînin, ranabin ser pêyan ? Çima em li hember neheqîyên cîhanê behest, bêdeng û bêhelwest dimînin?" wî got.

Pope di rojeke baldar de axifî, roja ku li Frensa hilbijartinên parlemanê têne kirin, ku tê pêşbînîkirin ku hevbendîya rastgir ya tundra piranîya dengan werbigre, mehek piştî ku partîyên populîst di hilbijartinên Yekîtîya Ewrupa (YE) bi serketin.

Pope, ku bi xwe di dewleta piçûk ya Vatîkanê de wekî padîşahek serwerîyê dike, got ku girîng e ku zarokan fêrî girîngiya nirxên demokratîk bikin, û hişyarî da ku "bêdengî penceşêra demokrasîyê ye".

"Ez jiber jimara kêm ya kesên ku çûne dengdanê bi fîkar im. Çima wiha dibe?" Wî pirsî.

Pope Francis yê 87 salî ev gotar li bajarê Trieste yê bakurê rojhilatê Îtalya, di civînek salane ya Katolîkên Roman ya li ser karûbarên civakî de pêşkeş kir.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG