Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papayê Vatîkan ji bo Sûriyê Banga Diyalogê Dike


Papayê Vatîkanê Pope Francis
Papayê Vatîkanê Pope Francis

Papayê Vatîkanê Pope Francis îro Yekşemê bang li civaka navnetewî kir ku awayên dîplomatîk û diyalogê li Sûriyê bikar bînin ji bo dûrxistina xelkê ji karasateke mirovahî li parêzgeha Idlibê.

Di gotareke ayînî de li meydana St.Peter Francis got:

“Bayê şer hîn lidar e û nûçeyên nebaş digihin me li dor metirsiya karesateka mirovahî ya pêşbîn li Idlibê.”

Pope banga rêzgirtina yaseya navnetewî kir ji bo parastina jiyana xelkê sivîl li Idlibê.

Tê zanîn, hikûmeta Sûriyê xwe amade dike ji bo operasyoneka berfeh li parêzgeha Idlibê, cihê ku hêzên opozisyonê xendek li dora bajêr kolandine û xwe amade dikin ji bo redkirina êrîşa hêzên Esed.

Sed hezara sivîlên Idlibê çi cih nînin xwe lê bigrin eger şerekî wiha bibe.

XS
SM
MD
LG