Lînkên eksesibilîtî

Papa Francis ligel Rêberê Leşkerî yê Myanmarî Civîya


Pope Francis li Myanmarê

Rêberê leşkerî yê Myanmarî General Min Aung Hlaing dibêje ku wî ji Papa Francis re gotiye li welatê wî "ferqxistina li ser olî çênabe " tevî ku Amerîka ew welat bi “paqijîya etnîkî” ya hember Misilmanên Rohingya tawanbar kiriye.

Papa Francis îro Duşemê bi General Min Aung Hlaing re hevdîtinek pêk anî ku rewşa herêma Rakhine gotûbêj bike ku 620,000 Misilmanên Rohingya neçar man birevin Bangladeşa cîran.

Piştî hevdîtina bi qasî 15 deqeyan, berdevkê Vatîkanê Greg Burke got ku her du kes "di vê dema veguherînê de, berpirsîya giran yên desthilatdarên wî welatî gotûbêj kirin" berî ku dîyarîyan pêşkêşî hevdû bikin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG