Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY di Roja Nîfûsê ya Cîhanî de Bal Dikşîne Ser Wekhevîya Zayendî


Neteweyên Yekbûyî (NY) her sal 11’ê Tîrmehê wek Roja Nifûsê ya Cîhanî pîroz dike ku bal bikşîne ser kêşeyên girêdayî nîfûsa cîhanê û bandorên wan yên civakê.

Roja Nifûsê ya Cîhanî cara yekê di 11’ê Têrmeha 1990’î li 90 dewletên cîhanê hate borandin, lê ji wê demê heta niha her sale v roj bi bernameyên curbicue tê vejandin.

NY armanc dike ku di vê rojê de girîngî bide çareserkirina pirsgirêkên wek saxlamîya girêdayî zayînê, plankirina hejmara endamên malbatê, wekhevîya zayendî û geşkirina domdar ya nîfûsê lo seranser cîhanê.

NY dide zanîn ku mijara serekî ya vê sale wekhevîya cinsî ye. NY dibêje bi girîngîdana bilindkirina dengê jinan û qîzan, ew armanc dike ku jin û qîz jî bikanibin xwe bigehînin derfetên bêsînor yên seranser cîhanê.

Dîsa, bi balkişandina wekhevîya jin û mêran, Roja Nifûsê ya Cîhanî ya 2023’yan armanc dike ku bandora guherbar ya girîngîya hêza xurtkirina nas bike.

Sekreterê Giştî yê NY Anontie Guterres got li ser Twitterê peyamek weşand û bal kişand xurtkirina statuya jinan.

“Cudaxistina ser bingeha zayendî zarar dide her kesî– jin, qîz, mêr û kuran.

Girîngîdana rewşa jinan merivan giş, tevahîya civatê û henî welatan xurt dike.

Di #WorldPopulationDay de û her roj, werin em li kelêka jin û keçan bisekinin û bona mafên wan şer bikin,” Guterres got.

Bi derbazkirina rojeke wiha hem çêtinahîyên ku zêdebûna nîfûsê derdikevin, hem jî derfetên ku bi wê yekê xuta dibin baştir tên dîtin ku kes, sazî û hikûmet bikaribin gavên pêdivî bavêjin.

Dîsa, bi pîrozkirina vê rojê, NY hewil dide ku femkirin, hevkarî û çareserîyên nûjen yên bo siberojeke bijûn di navbera hemî dewletan de ava bike.

NY dide zanîn ku nifûsa cîhanê êdî ji 8 mîlyarî borîye û Hîndistan welatê herî çênîbar yê cîhanê ye ku li dû wê Çîn tê.

XS
SM
MD
LG