Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Portekîzê De Sousa bi Vîrusa Korona Ket


Serokomarê Portekîzê Marcelo Rebelo de Sousa bi vîrsua korona ket.

Ofîsa Serokomarîya Portekîzê bi daxuyanîyekê ragihand ku du testên pêşî yên vîrusa korona yên Marcelo Rebelo de Deousa yên 10’ê Çileyê û 11’ê Çileyê negatîf derketine, lê testa wî ya dawî PCR nîşan daye ku ew bi vîrusa korona ketiye.

Li gor daxuyanîyê De Sousa ti nîşana nexweşîyê raber nake û ew li avahîya serokomarîyê ketiye karantînê.

De Sousa, di 6’ê Çileyê de jiber ku şêwirmendekî wî bi vîrusa korona ketibû, bo nîv rojekê ketibû karantînê lê li ser pêşnîyazên doktoran bernameya xwe fermî domandibû.

Li Portekîzê dê di 24’ê Çileyê de hilbijartinên serokomarîyê li dar kevin ku De Sousa li gor anketan yek ji berbijarên li pêş e.

XS
SM
MD
LG