Bi hezaran xwepêşanderên Amerîkî îro şemiyê li derveyê dadgeha bajarê Portland ê wîlayeta Oregon kom bûn û yariyên agirîn avêtin avahiya dadgehê, di demekê de ku polîsê fedralî gazên rondikrêj li dijî wan bikar anîn.
Xwepêşandanan 4 demjimêran dirêj kir heta ku hêzên fedralî demjimêr 2:30ê destê sibê derbasî nav qerbalixê bûn û bi gazên rondikrêj ew ji hev belav kirin.
Xizmeta Parastina Fedralî kombûna xwepêşanderan wek kombûneka ne yasayî binav kiribû û got ku hin efser birîndar bûne.
Piştî belavbûna qerebalixê, polîs got welatiyek bi kêrî hate birîndarkirin, ew bo nexweşxaneyê hate veguhestin û kesê berguman hate girtin.
Roja Înê jî gelek gurûp tevlî xwepêşandanan bibûn, di nav de jî, Xwepêşandanên Karmendên Saxlemiyê, Mamosteyên dijî Zordaran, Parêzerên ji bo Jiyana Reşan û Dîwarê Dayikan.
Desthilatdaran texmîn kiribû ku hejmara xwepêşanderan 3 hezar e û wan siloganên wek “ jiyana reşan girîng e” û “hêzên fedralî biçin mal” bilind kiribûn.