Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Mirina Reîsî Têkilîyên Îran û Tirkîyê Wê Çawa Bin?


Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî herî dawî di 24’ê Rêbendana 2024’an de serdana Tirkîyê kiribû û di serdanê de Civîna Heştan ya Konseya Hevkarîya Bilind a Tirkîyê û Îranê jî pêk hatibû.

Pisporên dîplomatîk radigîhînin ku hin nakokî di nav Tirkîyê û Îranê de hebin jî di demên dawî de di navbera her du welatan de pêşketinên girîng çêbûbûn.

Profesorê zanîngehê. Dr. Mazhar Bagli dibêje ku stratejîya Tirkîye û Îranê piştî mirina Reîsî wê zêde neguhere.

“Peywendîyên warê aborîyê di astekê de berdewam dikin, lê di warê rêxistinên terorê de Tirkîyê û Îranê hinek cuda difikrin, lê ew yek bi awayekî dihat rêvebirin. Ez di rojên pêşîya me de jî guhertinên mezin nabînim.”

Bagli dîyar dike ku bûyera hekîkopterê ku qewîmîye di nav xwe de gelek gumana jî dihewîne û pêkan e ku mirina Reîsî dê sîyaseta Îranê ya li Rojhilata Navîn biguherîne.

Do Erdogan jî di merasîma Dadgeha Dadwerî de bi awayekî berfireh li ser mirina Reîsî û têkilîyên Tirkîyê û Îranê rawestîya û got ku wan bi Reîsî re dîyalogên gelek nêz saz kiribûn.

“Di dema wezîfeya Reîsî de min bi xwe şahidî kir ku wî hewldanên dilsoz yên di derheqa gelê Îranê û aştîya herêmê da pêk anîn. Dîsa Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahîyan jî di dema peywendîyên xwe yên bi Tirkîyê re serketineke mezin di warê dîplomasîyê de birêve bir,” Erdogan got.

Daxwazê Tirkîyê ew e ku ligel Îranê têkilîyên xwe yên berê bidomin, lê di vî warî de dîsa jî hin fikarên Tirkîyê hene.

Hin pisorên têkilîyên navnetewî dibêjin ku heke Îran li Rojhalata Navîn sîyaseta xwe biguherîne, ewê bandor li Tirkîyê jî bandorî bike.

Pisporê têkilîyên navnetewî Atay Akdevelîoglu ji bawer dike ku ger rêveberîyeke nû were ser kar jî têkilîyên Îranê bi Îsraîl û Amerîka re naguhere.

“Ez bawer nakim ku ev bûyera hanê wê biryara Îranê biguhêrîne. Ewê li ser xurtbûna rêberekî din raweste û sîyaseta Îranê jî bi heman awayî berdewam bike. Di sîyaseta derve de, li hemberî Îsraîl û Amerîkayê jî Îran wê sîyaseta xwe ya heyî bidomîne.”

Pirsa girîng ew e ku heke yê ku li şûna Reîsî were ser kar, wê sîyaseteke çawa têxe merîyetê?

Akdevelîoglu dibêje ku heke kadroyeke nerm were ser kar dê li Rojhilata Navîn girjî û alozî jî dikarin kêm bibin.

ED_05-21_2024_Mirina Resi
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00
XS
SM
MD
LG