Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP û HDP Hember Pêşnîyarên Piştî Rewşa Awartê Ne Razî Ne


Piştî rakirina Rewşa Avarte (OHAL) li Tirkîyê, parlamenterên AKP’ê di çarçoveya şerê li dijî ‘rêxistinên terorîstî’ de pêşnîyarek qanûnê amade kirin.

Parlamenterên AKP’ê ev pêşnîyara qanûnê pêşkêşî seroktîya parlemana Tirkîyê kirin.

Di pêşnîyarê de tê gotin ku “cîhên ku tekoşîn li dijî rexistinên terorîstî hene, îlankirina herêmên ewlehîyê, qedexeya derketina kolanan, xwepêşandan û meş ji di nav de, dikarin werin qedexe kirin.”

Dîsa, di pêşnîyarê de desthilata walîyan tê berfireh kirin: “Bi sedema ewlehîya bajêr, ger walîtî bixwaze dikare heta 15 rojan ketin û derketina bajêr kontrol bike.”

Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li hember van pêşnîyarên piştî OHAL’ê, ne razî ne.

Parlamenterê CHP'ê Ozgur Ozel dibêje navê OHAL radibe, lê OHAL disa dimîne

“AKP’ê navê rewşa awarte rakir, lê OHAL di rojeva Tirkîyê de ye. AKP’ê rêbazek şûna OHAL’ê dît û li ser jîyana civakî ya Tirkîyeyê bandoreke xirab dike. Bi rakirina navê OHAL’ê, ne faîz dikeve, ne jî afirandina karen nû zêde dibe.”

Cîgirê Serokê HDP'ê Ayhan Bîlgen ji di civîna çapemenîyê ya li parlamenê got ku di dema OHAL’ê de ji evqas desthilatî nebû.

“Ev pêşnîyar li dijî qanûna bingehîn e. Tevî ku bîragiştî di wê bawerîyê de ye ku rewşa awarte bi dawî bû, di rastîyê de tenê dema OHAL’ê bi dawî bûye. Tê xwestin ku rewşa awarte êdî di nav pergala hiqûqê de cîh bigire.”

Bîlgen hişyarî dide ku aborîya Tirkîyeyê bi krîzeke mezin re rû bi rûye. “Pêdivî ye gavên jibo rihetbûna aborîyê werin avêtin. Di heman demê de, bi awayekî fermî rakirina rewşa awarte têra rihetbûnê nake.”

Bîlgen berfirehkirina desthilata walîyan ji bi tundî rexne kir. “Ger sîyasetvanek, rojnamegerek yan jî akademîsyenek herin bajarekê û bixwazin lêkolînan bikin, ew heceyi destura walî ne. Ger walîtî nehêle ew nikarin lêkolînan bikin”

MB_07_20_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:13 0:00

XS
SM
MD
LG