Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Samantha Power jibo Gihandina Alîkarîya ji Gazayê re li Misirê Ye


Berdevka Ajansa Amerîkî ya Pêşvebirina Navnetewî (USAID) Jessica Jennings got ku rêvebira alîkarîyan ya Amerîka Samantha Power îro Sêşemê derbazî Nîvgirava Sîna ya Misirê bûye.

Jennigs dîyar kir ku çaverê ye Power jibo Filîstînîyan alîkarîyeke pirtir ji 21 mîlyon dolarî ragihîne.

Wê got ku Power jibo dayîna 18 ton alîkarîya xwarinê ya jibo Gaza li El Erîşê ye ku ji alîyê Wezareta Berevanî ve ji Urdunê hatibû veguhestin.

Di alîkarîya nû ya Amerîka de jibo xwecîhên Gaza û Kenara Rojava kelûpelên paqijîyê û bicîhûwarbûnê û xwarin hene.

Bi alîkarîyan dê piştgirîya Amerîka jibo çêkirina nexweşxaneyeke mobîl ya li Gaza hebe.

Power dê li El Erîşê jibo lezandina alîkarîyên jibo Gaza bi karbidestên Misîrê û sazîyên navneteweyî re bicive.

Ew dê ji karbidestan re nîşan bide ku Washington ser berevanîya sîvîlan bi biryar e û dixwaze pirtir alîkarî bigêhije sîvîlan.

Jiber êrîşên Îsraîlê û kêmbûna şewitê jimareke hindik ya nexwşxaneyên Gaza xizmetê didin û jiber pêlên birîndaran nexweşxane bi rewşên dijwar re rûbirû dimînin.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dibêje ku di êrîşan 8 hefteyan de bi qasî 16,000 Filîstînî hatine kuştin û ew ketiye fikaran ku bi hezaran kes jî hîn hinda yan di bin kavilan de ne.

Îsraîl dîyar dike ku Hamasê di êrîşên 7’ê Cotmehê de 1200 kes kuştine û 240 kes jî dîl girtine.

Jêderên xwecîhî û rojnamevan dîyar dikin ku Îsraîlê do Duşemê jî êrîşên giran birine ser başûrê Gaza û bi dehan Filîstînî kuştine.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG