Wezareta Derve ya Mîrgehên Erebî (Îmarat) roja Înê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew rewşa tendirustiya welatiyekî û hevjîna wî dişopînin ku di encama teqekirina li Komara Çek de birîndar bûne.
Di êrîşa roja Pêncşemê de ku kesekî 24 salî pêk anîbû, 14 kes hatin kuştin.
Wezareta Îmaratî tekezî li ser wê yekê kir ku ew "dixwazin bi hemahengî ligel rayedarên Çekê û bi amadebûna tîmekê ji wezareta derve, piştgirî û çavdêrîya tenduristî ji birîndaran re peyda bikin."
Roja Pêncşemê li zanîngeha Charles ya paytext Prague, xwendekarekî ew êrîşa çekdarî pêk anî.
Bûyer li komara Çek û derveyê welêt bû sedema xemgîniyê û êrîş hat şermezarkirin.
Ajansa Reutersê eşkere kir ku êrîşkarê 24 salî di nava avahiya zanîngehê de hatiye kuştin û polîs jî diyar kiriye ku "dibe wî xwe kuştibe yan jî bi guleyên polîsan hatibe kuştin."
Polîs li ser platforma X got, "Ji îro pê ve, emê dest bi bicihanîna tedbîrên pêşîgirtinê yên li seranserê welêt û dibistanan encam bidin."
Polîs dibêje niha "Ti agahiyek li ser hebûna metirsiyekê nîne... Ev nîşana hebûn û amadekariya me ye."
Polîsê Çek roja Pêncşemê got ku êrîşakr tivengeke destûrdayî hebû û ti dosyeyên ku wî pêşwext sûcek kirbe nîne. Êrîşbir xwendekarê Fakulteya Hunerê ya Zanîngeha Charles bû, û polîs da zanîn ku berî ew were Prague, wî bavê xwe li malê li derveyî paytextê kuştîye.
Polîs herwiha dibêje wan agahî standine ku wî niyeta xwekuştinê hebûye, lewma di avahî de li wî geriyane, lê ew çûye avahiya serekî ya Fakulteya Hunerê û êrîşa kujer pêk anîye.
Bikarhênerên medyaya civakî wêneyek dilşewat belav kirin ku tê de hewildana hejmareke xwendekarên zanîngeha navdar ya Charles li Prague tê dîtin, dema hewil didin jiyana xwe rizgar bikin li kêlîka ku bûyer diqewimî.