Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Prensê Monako Albert bi Vîrusa Korona Ket


Prens Albert û hevjîna wî Prenses Charlene

Qesira monarşîya Monako îro Pêncşemê ragihand ku Prens Albert bi vîrusa korona ketiye.

Bi vî awayî, cara yekê ye ku endamekî malbateke qralîyetê bû nexweşê vîrusa korona.

Li gor agahîyên ji jêderên qralîyetê, Prens Albert xebatên xwe ji ofîsa xwe ya taybet dimeşîne.

Prens Albert danûstandinên bi kabîne, endamên hikûmetê û tîma xwe re didomîne.

Vîrusa korona li seranserê heta niha ketiye canê pirtir 227,000 kesan û 9300 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG