Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Price: Amerîka Gotinên Erdogan yên Dijî Cihûyan Şermezar Dike


Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyekê dîyar kir ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dijî Cihûyan gotinên dijminane kirine û şermezar kir.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price da zanîn ku Amerîka ‘’gotinên Erdogan yên dawî yên antîsemîtîk bi tundî şermezar dike.’’

Li gor daxuyanîyê, Amerîka bang li Erdogan û rêberên din yên Tirk dike ku gotinên tundûtujîyê gurtir dikin nekin û ji wan dixwaze ku bo çareserîya kêşeya Îsraîl û Filistînê beşdarî Washingtonê bibin.

Erdogan roja Yekşemê gotibû ku serokwezîrekî Cihû ji wî re gotiye ku dema wî wek general kar dikiriye zewqa wî ya mezin kuştina Filistînîyan bûye.

Serokomarê Tirkîyê dîyar kiribû ku di ‘’hevîr’’ê wan kesan de kuştin heye û ‘’ew bi xwînê têr nabin.’’

Berdevikê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Omer Çelîk dîyar kir ku ew daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka bi tundî şermezar dikin û got ku Erdogan bi antîsemîtîzmê nayê tawabarkirin û ew helwest şaş e.

XS
SM
MD
LG