Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Price: Washington Dê bi Hevkarîya Bexda Bersîva Êrîşê Bide


Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price ser êrîşa roketî ya li Hewlêr ya Herêma Kurdistana Îraqê axifî.

Price da zanîn ku Wezîrê Derve Antony Blinken ser êrîşa dijî bingeha leşkerî ya Amerîka, berê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî re peyivîye û dûre wî ji karbidestên Bexda jî ser êrîşê agahî sitandine.

Wî dîyar kir ku bo ew berpirsên êrîşê bibînin bi karbidestên Kurd û yên Îraqî re di peywendîyê de ne.

Berdevikê Amerîkî da zanîn ku ger êrîş ji alîyê Îranê ve jî ji alîyê hêzên girêdayî wê ve jî hatibe çêkirin, ewê li benda lêkolîna Îraqê bin û ji pêşde darizandinê nekin.

Price dîyar kir ku ew êrîş li ser serwerîya Îraqê çêbûye, ewê bi hevkarîya Bexda bersiva êrîşê bidin.

XS
SM
MD
LG