Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Price: Ger Moskow Helwesta Xwe Biguherîne Em bo Dîyalogê Hazir In


Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price dîyar kir ku Rûsya dest bi dagirkirina Ukrayna dike.

Price da zanîn ku wan bersîveke lezgîn û bi îstiqrar daye Rûsya û û got ger Moskow helwesta xwe biguherîne ew bo dîyalogê hazir in.

‘’Rûsya divê raber bike ku ew bo dîplomasîyê cidî ye. Lê me heta niha tiştên berovajî dîplomasîyê dîtin. Ger Moskow helwesta xwe biguherîne, em bo dîyalogê hazir in.’’ Price got.

Wî da zanîn ku ew dixwazin rê li ber êrîşa belkîyî ya dijî Kîev ya paytexta Ukrayna bigirin.

Price dîyar kir ku ger Rûsya êrîşî Kîevê bike ewê bi awayekî giran mafên mirovan werin binpê kirin û tawanên cengê çêbin.

Berdevikê Wezareta Derve da zanîn ku toleyên Amerîka dijî Rûsya ragihandine destpêk in û dîyar kir ku ger Moskow girjîyê gurtir bike ewê jî bersîvên tundtir bidin.

XS
SM
MD
LG