Amerîka û Îran wê îro Duşemê girtîyên bi hevre biguherînin, piştî ku 6 mîlyar dolarên Îranê ku li Koreya Başûr cemidandîbû giheştîye Qatarê.
Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî piştrast kir ku diravên ku bo pêguhertina girtîyan tê xwestin, giheştîne Qatarê ye.
Kenanî dîyar kir ku pêguhertina girtîyan wê îro pêk were.
"Girtîyên ku welatîyên Komara Îslamî ne, wê ji girtîgehên Amerîka werin berdan. Pênc welatîyên girtî yên li Îranê bûn, wê ji Amerîkayê re werin radestkirin. Em hêvî dikin ku ev her du mijar bi tevahî li gor peymanê pêk werin.”
Wî herwiha da zanîn ku 2 ji girtîyên Îranî wê li Amerîka bimînin û yek girtî wê tevlî malbata xwe ya li welatekî sêyê be.
Li gor ragihandina jêderan, firokeke Qatarî li Îranê amade ye ku 5 welatîyên Amerîkî û du xizmên wan îro Duşemê bibe Dohayê.
Washingtonê heya niha tenê nasnameyên 3 girtîyên Îranî ku ragihandîye ku di nava wan de Sîyamak Namazî jî heye ku di 2015’an de hatibû girtin û piştre bi tawanên sîxurîyê lê 10 sal cezayê zîndanê hatibû birîn.
Bazirgan Emad Şerghî jî bi 10 salan hatibû ceza kirin û Murad Tahbaz, Brîtanî-Amerîkî yê ku bi eslê xwe Îranî ye di 2018’an de hatibû girtin û 10 sal cezayê zindanê girtibû.
Karbidestên Amerîkî heta niha red dikin ku nasnameyên girtîyên çaran û pêncan eşkere bikin.
Peymana pêguhertina girtîyan berîya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) yali New Yorkê pêk tê, ku serokê Îranê Îbrahîm Reîsî jî tê de diaxife. Lê, li gor şîrovakaran pêguhertin nayê wê wateyê ku girjîya navbera Amerîka û Îranê kêmtir bûye.
Jêder: Reuters