Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîlî Dijî Netanyahu Xwepêşandanên Girseyî Dikin

Dîmeneke ji xwepêşandên roja Duşemê dijî Netanyahu li Îsraîlê.
Dîmeneke ji xwepêşandên roja Duşemê dijî Netanyahu li Îsraîlê.

Bi deh hezaran Îsraîlî roja Duşemê dijî hikûmeta serokwezîr Benjamin Netanyahu daketin kolanan û banga hilbijartinên pêşwext kirin.

Xwepêşander siyaseta hikûmeta Netanyahu di şerê Gazayê de û nekirina danûstandinan jibo azadkirina dîlên di destê Hamasê de, şermezar kirin.

Xwepêşandanên dijî rêvebirina Netanyahu ya şerê dijî Hamasê li Gazayê her diçe zêde û berfireh dibin. Bi deh hezaran kes heftane dadikevin kolanên bajarê herî mezin yê Îsraîlê, Tel Avîvê.

Lê vê carê xwepêşander çûn Orşelîmê û li derdora parlamena Îsraîlê, Knesset, û herwiha mala Netanyahu kom bûn. Di encamê de bi polîsan re pevçûn derketin.

Li gor ragihandina polîsê Îsraîlî, di xwepêşandanên roja Duşemê de neh kes hatine desteser kirin.

Hikûmeta şer ya Netanyahu ya hevpeymanîyê hefteya borî belav bû, piştî ku du
generalên alîgirên siyaseta navendî yên berê Benny Gantz û Gadi Eisenkot karvekişîna xwe ragihandin.

Piştî vekişîna Gantz û Eisenkot, komên opozîsyonê banga xwepêşandaneke bênavber ya jibo hefteyek kirin; tevî girtina rêyan û daketina kolanan.

Lê tevî windakirina piştgirîya hin koman û xwepêşandanan girseyî, Netanyahu hîn jî piranîya li Knessetê kontrol dike.

Desthilatdarîya Netanyahu niha girêdayê hevbendên ultra-Ortodoks û rastgirên tund e, ku tewra berîya şerê li Gaza jiber êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmehê de di nav civaka Îsraîlî de kêşeyeke serekî ya alozîyê bû, jiber rojeva wan ya tundrê.

Jêder: Reuters

This item is part of
XS
SM
MD
LG