Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Jalalabad Xwepêşandan li Dij Talîbanê Herî Kêm Sê Kes Tên Kuştin


 Çekdarên Talîban li Jalalabad
Çekdarên Talîban li Jalalabad

Şahidan dan xuyakirin ku li bajarê Jalalabad yê Afganistanê di xwepêşandekê de li dij tevgera Talîban, îro Çarşemê herî kêm sê kes hatin kuştin, piştî ku çekdarên Talîbanê gule li xwepêşanderan reşandin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Di dema xwepêşandanên li dijî grûpa şekdarên Talîbanê de li bajarê rojavayê Afganistanê Jalalabad, du şahid û karbidestek polîsê berê ev yek ji ajansa Reutersê re gotiye.

Şahidan gotin kuştin pêkhat piştî ku rûniştevanên bajêr hewl dan ku ala neteweyî ya Afganistanê li meydana navenda bajêr bilind bikin, bajarê ku nêzî 150 km (90 mîlan) dikeve rojhilatê paytext Kabul.

Reuter dide zanîn ku ew nikarîn derhal bo axiftina ser bûyerê xwe bigehînin peyvdarê Talîbanê.

XS
SM
MD
LG