Li sedan bajarên Amerîka îro Şemîyê dijî tundîtûjîya jiber çekan û êrîşên kujer yên girseyî bi deh hezaran kes daketin kolanan.
Di meşa li paytexta Washington DC û li nêzî 450 cîhên din yên li seren serê Amerîka xwepêşandaner daxwaz dikin ku Kongresa Amerîka pêşnîya qanûna nû ser kontola kirîn û hilgirtina çekan were derbaz kirin.
Koma ewlehîya çekan - March for Our Lives (MFOL) yan Meşa bo Jiyana Me - ya ku ji hêla xwendekarên rizgarbûyî yên komkujîya 2018'an ya li dibistanekî Parkland, Florida, hatiye damezrandin, ragihand ku wan îro Şemîyê zêdetirî 450 meş plan kirine, di nav de New York, Los Angeles û Chicago jî hene.
Serokê Amerîka Joe Biden jî li ser Twitterê dîyar kir ku ew piştgirîya xwepêşandanên îro Şemîyê dike, yê ku di destpêka vê mehê bang li Kongresê kir ku çekên êrîşî qedexe bike û tedbîrên din yên ser kontrolkirina çekan bi cîh bîneç
"Îro, ciwanên li çaralîyê welêt careke din bi @AMarch4OurLives re dimeşin da ku bang li Kongresê bikin ku qanûnên ewlekarîya çekan yên hevpar ku ji hêla piraniya Amerîkî û xwedîyên çekan ve tê piştgirî kirin, were derbaz kirin," Biden got.
Biden bi berdewamî wiha got:
"Ez bi dubarekirina banga xwe ya ji Kongresê re, tevlî wan dibim: tiştekî bikin."