Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatîyên Brezîlya Dijî Bolsonaro Protestoyan li Dar Dixin


Welatîyên Brezîlya li pirtir ji sed bajaran dijî serokwezîrê welêt Jair Bolsonaro protesto li dar xistin.

Medya Brezîlya ragihand ku xwenîşander li ser banga sendîkayên karkeran û partîyên çepgir welatî kom bûne û ji hikûmeta Bolsonaro vaksîna vîrusa korona xwestine.

Xwenîşanderan dijî hikûmetê slogan gotin, pankartên dijî Bolsonaro bilind kirin û xwestin ku Bolsonaro were darizandin.

Serokwezîrê Brezîlya Bolsonaro ji alîyê opozîsyonê ve bi ‘’paşguhkirina tedbîrên dijî vîrusa korona’’ tê rexnekirin.

Civata Senatoran ser karên Bolsonarê yên dema pandemîya vîrusa korona komîsyonek çêkiriye ku xwenîşanderan xwest ku berpirs lezekê bidin lêkolînan.

Bolsonaro di destpêka şewba vîrusa korona de ser wê nexweşîye gotibû ku ‘’grîpeke biçûk’’ e.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Brezîlya bi qasî 16,5 kes bi vîrusa korona ketine û 461,057 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG