Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Protestoyên li Ermenistanê Jinûve Destpê Kir


Li Ermenistanê alîgirên rikeberîyê jinûve dest bi protestoyan kirin.

Rêberê rikeberîyê Nîkol Paşînyan, ku piştgirîya Partîya Komarî ya li desthilatê nestandibû û bo serokwezirîyê nehatibû hilbijartin, do Sêşemê banga greva giştî kiribû.

Xwepêşandaneran li Yerevan ya paytaxta Ermenistanê rê girtin û ketina hindurê firîngehê jî hatiye asteng kirin.

AFP'ê da zanîn ku li Yerevanê gelek dikan jî girtî ne.

Paşînyan dide zanîn ku partîya li desthilatê dijî gelê Ermenistanê şer ragihandîye.

Paşînyan ji Reuters'ê re got ku ew hêza xwe ji gel distînin û ewê grev û berxwedana xwe bidomînin.

XS
SM
MD
LG