Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Protestoyên li Îranê Bê Rawestan Didomin


Ajansên navneteweyî didin zanîn ku protestoyên li Îranê bê rawestan didomin.

Protestoyan di meha Îlonê de, piştî mirina qîza Kurd Jîna Mahsa Emînî ya di derdestîyê de, destpê kiribûn.

Ew protestoyên girseyî ji desptêka Şoreşa Îslamî ya Îranê ya sala 1979’an vir ve yek ji xwenîşandanên mezin e ku rêvebirîya dînî rûbirû maye.

Rêxistina Bizavkarên Mafên Mirovan dide zanîn ku di protestoyan de heta niha 328 kes hatine kuştin, 14,825 kes jî hatine girtin.

Medya dewleta Îranê îdia dike ku hêzên ewlekarîyê ti kes nekuştiye û hikûmeta Tehranê çend hefte ne ser hejmara kuştîyan bêdeng e.

Hikûmeta Îranê hewil dide înternetê qut bike, lê deng û dîmenên ji wî welatî tên raber dikin ku protestoyên girseyî didomin.

Xwenîşander di protestoyan de ser rêberê olî Ayetulah Alî Xameneyî dibêjin ‘’Mirin ji Dîktator re!’’

Hîn nayê zanîn ku di protestoyên dawî de li Îranê ti kes hatiye girtin yan ne.

Medya dewletê ya Îranê, IRNA piştrast kir ku li dora Îsfehanê protesto hene.

Tehran îdia dike ku di protestoyan de pêçîya Brîtanya, Îsraîl û Amerîka heye û Erebistana Saudî heye.

XS
SM
MD
LG