Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya PSKê li Manisa Dibe Armanca Netewparêzên Tirk


Mesut Tek Serokê PSKê di preskonferansekê de
Mesut Tek Serokê PSKê di preskonferansekê de

Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) li Amedê li hember êrîş, gef û zextên li ser partiya xwe preskonferansek lidarxist.

Serokê PSKê Mesut Tek bal kişande ser zêdebûna êrîşên nijdaperist yên beriya hilbjartinên 31î Adarê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan di rojên dawî de di dema mîtingên hilbijartinê de dibêje "Yên ku dibêjin Kurdistan yallah bila herin bakûrê iraqê."

Çend roj berê jî namzedê Partiya Demokrat yê şaredariya Şehzadeler Ugur Kiroglu gotinên Erdogan jixwe re kir palpişt û adres û avahiya PSKê ya Manisayê li ser torên civakî eşkere kir û got ew li Manisayê Partiya Sosyalista Kurdistanê naxwazin.

Serokê PSKê destnîşan kir ku ew bi vê bangewaziyê PSKê ji netewperistên Tirk re dikin armanca êrîşan. PSK bang li dozgeriyê kir ku derheqê Ugur Kiroglu de erkê xwe bicî bîne.

Raporta Xecîcan Farqîn li Amedê 06 03 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:54 0:00

XS
SM
MD
LG