Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PSK: "Têkilîya Paketa Destûrê bi Demorasî Tune"


Partîya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) jibo guhertina hin xalên destura bingehîn daxuyanîyek da. PSK got jibo çareserîyê destûreke demokratîk û federal pêdivî ye.

PSK, fikir û dîtinên xe yên derbarê rê û rêbazên amadekirina qanûna bingehîna nû jî bi 10 xalan rêz kirin.

Cîgirê Serokê PSK’ê Bayram Bozyel anî ziman ku Tirkîye bi pirsgirêkên binyadî yên sedsalî re rû bi rû ye.

"Şik û guman tê de tune ku sedemê neçareserkirina pirsgirêka Kurd jî û qelsmayîna demokrasîya li Tirkîyê jî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê ye,” daxuyanîyê got.

Bozyel destnîşan kir ku 17 caran di destûra 1982’an guhertîn pêk hatine, lê alîyê wê yê otorîter û tekparêz heta niha jî xwe diparêze.

Wî herwiha bibîr xist ku AKP di 14 salan de derbarê amadekirina makezagoneke nû de pêngaveke berbiçav navêt.

“Paketa guhertina destûra bingehîn jibo bihêztirkirina desthilatdarîya serokomar e jiber ku desthilatdarîyeke bêhempa dide wî. Bi hemû alîyên xwe ve têkilîya wê bi demorasî ve tuneye. Temamê hêza sîyasî di destê kesekî de kom dike. Ev yek jî, welêt ber bi qeyran û alozîyên mezin ve dibe," Bozyel gotinên xwe dawî kirin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:51 0:00

XS
SM
MD
LG