Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîderê Cudaxwaz yê ​​Katalonya Puigdemont Soza Vegerê Dide


Carles Puigdemont Lîder Cudaxwaz yê Katalonyayê
Carles Puigdemont Lîder Cudaxwaz yê Katalonyayê

Lîderê cudaxwaz yê Katalanî yê sirgûnkirî Carles Puigdemont her çende ji aliyê dadgeriya Îspanya ve tê xwestin jî, lê roja Şemiyê soz da ku vegere Katalonyayê da ku beşdarî gotûbêjên serokatiya herêmî bibe, ku tê pêşbînîkirin di çend hefteyan de çê bibin.

Carles Puigdemont, Kesayetîyek nakokbare di sala 2017'an de reviya derveyê welat da ku neyê girtin jiber encamdana referanduma serxebûna herêma Katalonya.

Ger Puigdemont vegere Îspanya, ku li wir bi terorîzm, xiyaneta mezin ya li dij welêt tê sûcdarkirin, rîska girtinê heye.

Puigdemont Şemiyê got ku vegera Îspanyayê "ya ku ez pêgiriyê pê dikim û va ye soz didim ku vegerin".

Ev yekem axaftina wî ya giştî bû ji dema ku Dadgeha Bilind ya Îspanya di 1ê Tîrmehê de biryar da ku yasaya efûyê ji bo cudaxwazên Katalonî derxîne lê ew efû ji Carles Puigdemont nagire.

Di mîtingeke qelablix ya alîgirên partiya xwe de li başûrê Fransa li nêzî sînorê Îspanya wî got "Eger gotûbêjeke berbijariyê hebe ez ê biçim Parlamentoya Katalanyayê. Ez ê li wir amade bim."

Puigdemont got ku ew hêvî dike ku ger ew vegere, "rayedar dev ji biryara girtina neqanûnî û girtina keyfî berdin".

Xwepêşandan Katalonya ya serdema referanduma serxwebûnê
Xwepêşandan Katalonya ya serdema referanduma serxwebûnê

Siyasetmedarê ku di dema referanduma têkçûyî de serokê herêmî yê Katalonyayê bû, dê sûdmendê herî naskirî be ji qanûna nû ya efûyê. Di qanûnên efû yên Îspanya de berî niha gelek cudaxwaz hatin efû kirin.

Lê ew bi "sûcên terorê" tê tawanbar kirin jiber xwepêşandanên giştî yên sala 2019'an de û lêpirsîn li dij wî heye, ew dikeve derveyî efûyê.

Puigdemont hêvîxwaz bû ku wek serokê Katalonya were hilbijartin piştî ku di hilbijartinên Gulanê de ket rêza duyan, lê deng têra parlamenê bidest nexistin.

Cudaxwaz bi serkotîya Puigdemont li hember endamê partiya sosyalîst ya desthilatdar ya Îspanya, Salvador Illa têkçû.

Ger partî heta 26'ê Tebaxê navê serokekî nedin dê di meha Cotmehê de hilbijartinên nû bên kirin.

Puigdemont ku ji bo hilbijartinên Katalonyayê ji Fransa helmeta hilbijartinê dimeşîne got, "Li sirgûnê êdî dê helmetên hilbijartinê neyên kirin."

"Na, helmetên hilbijartinê yên bihên dê li wir (li Katalonyayê) werin kirin û ez ê li wir bim," Puigdemont got.

Jêder:AFP

XS
SM
MD
LG