Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Partîyên Katalonya Dixwazin ku Puigdemont Jinûve Bibe Serok


Li Katalonya, piştî hilbijartinên pêşwext xebatên bo avakirina hikûmeta nû didomoin.

Du partîyên serxwebûna Katalonya dixwazin bi daxuyanîyeke hevpar ragihand ku ew dixwazin serokê berê Carles Puigdemont jinûve bibe serokê hikûmetê.

Partîya Çep ya Komarî ya Katolonya û Partîya Yekîtîya bo Katalonya dîyar kir ku wan bo serokbûna Puigdemont li hev kiriye.

Puigdemont li Brukselê ye û hikûmeta Madrîdê dide zanîn ku ew jinûve nikare bibe serokê hikûmetê.

Madrîd dîyar dike ku ger partîyên Katalonya bo Puigdemont israr bikin ewê xweserîya herêma Katalonya rawestîni.

Ger Puigdemont vegere Îspanya, li ber e ku were girtin.

XS
SM
MD
LG