Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YNK û PDK Dîyaloga Ser Posta Serokomarîyê Dawî Anîye


Partîya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro Çarşemê ragihand ku Berhem Salih xwedîyê şansê herî zêde ye ku careke din bibe serokomarê Îraqê.

Sûzan Mensûr, endama YNK’ê di parlemana Îraqê de di daxuyanîyekê de jibo Ajansa Nûçeyên Îraqê got ku “hebûna Berhem Salih ji berbijarên din bêtir erênî bû û ev yek di gotara wî ya do de eşkere bû. Ew karbidestekî dewletê yê rasteqîn e.”

Mensûr herwiha anî ziman ku “rewşa heyî ya Îraqê vê yekê dixwaze û derîyên têgihiştinê bi Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) re heta Şemîya borî vekirî bûn, lê niha hemû derîyên dîyalogê êdî girtî ne.”

Endama YNK’ê dîyar kir ku danûstandin ligel gelek fraksyon û partîyan hîn jî erênê ne.

Hêjayî gotinê ye ku Berhem Salih do Sêşemê bi fermî berbijartîya xwe bo posta serokomarê Îraqê ragihandibû.

Ji alîyê xwe ve, PDK’ê hîn jî pêgir e ku Hoşyar Zêbarî jibo posta serokomarîyê bike berbijar.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ji medyaya Kurdî re gotibû ku Zêbarî berbijarê partîya wan e û paşvekişandina wî ne pêkan e.

Jêderên nêzî PDKê dibêjin ku lihevkirinek bi Muqteda Sedr û fraksîyonên Sunî heye û reng e Zêbarî posta serokomaryê wergire.

Li ber e parlemana Îraqê di 7’ê Sibatê de serokomarê welêt hilbijêre da ku ew jî bi erka damezrandina hikûmeta nû rabe.

XS
SM
MD
LG