Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Putin, Ruhanî û Erdogan Sibê Ser Sûrîyê Vîdyokonferansekê Pêk Tînin


(Arşîv)
(Arşîv)

Qesiira Kremlînê îro Sêşemê ragihand ku serokên Rûsya, Îran û Tirkîyê roja Çarşemê wê vîdyokonferansekê li dar bixin û rewşa Sûrîyê gotûbêj bikin.

Kremlînê da zanîn ku axaftina Vladimir Putin, Hesen Ruhanî û Recep Tayyîp Erdogan dê berî nîvro destpê bike.

Du hefte berî, Rûsya û Tirkîyê hevdîtinên dualî yên asta wezîran yên ser rewşa Sûrîyê û Lîbyayê paş xistibûn.

Moskow û Enqerê wek li Sûrîyê, di şerê navxweyî yê li Lîbyayê jî di alîyên dijber de cîh digirin. Li Sûrîyê, Rûsya piştgirî dide serokê wî welatî Beşar Esad lê Tirk piştevanêya komên çekdar yên dijî wî dikin.

Li Lîbyayê jî Rûsya piştgirî dide Xelîfa Heftar lê Titkîyê piştevanîya Fayez el Serac dike.

XS
SM
MD
LG