Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dibêje Ew Pevçûnê bi Ukrayna û Welatên Rojava re Naxwazin


Serokê Rûsya Vladimir Putin
Serokê Rûsya Vladimir Putin

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Pêncşemê dîyar kir ku Rûsya dixwaze ji pevçûneke bi Ukrayna û welatên Rojava re dûr bisekine.

Hevdem, Putin ragihand ku ew di derbarê pêşnîyarên Rûsya yên bo garantîkirina ewlehîyê, bersîveke 'demûdest' dixwaz.

Putin di civîna salane ya ragihandinê de, dema ku îhtîmala pevçûna bi Ukraynayê ji wî hat pirsîn, got ku ew ne bijareya wan e û ew wê yekê naxwazin."

Wî got ku Rûsyayê ser pêşnîyarên ewlekarî yên ku wan pêşkêşî Amerîka kiribûn, bersîveke destpêkê ya erênî wergirtiye û danûstandin wê di destpêka sala nû de li Cenêvrê destpê bikin.

"Ez hêvî dikim ku pêşveçûna rewşê bi wî rêngî bimeşe," wî got.

Amerîka ragihandibû ku wê pêşnîyarên Rûsyayê wergirtine û ew bi hevalbendên xwe yên Ewrupî re, ser van pêşnîyaran diaxifin.

Di bersîveke cuda de, dema ku hate bi bîr xistin ku çawa NATO'yê ji Şerê Sar û vir ve, bi pêlên berfirehbûnê yên li pey hev Rûsya "xapandiye", Putin got ku Moskow li benda bersîveke lezgîn e.

"Divê hun demûdest garantîyan bidin me û aniha," Putin got.

Rûsya dibêje ku ew garantîyek qanûnî dixwaze ku NATO bi pêgirî dest ji her çalakîyeke leşkerî ya li rojhilata Ewrupa û Ukrayna berde.

"Me tenê rasterast pirs kir ku divê êdî tevgereke NATO'yê ber bi rojhilat ve nebe. Top li qada wan e, divê ew bersîva me bidin."

Hejayê bîr xistinê ye ku Ukrayna û Amerîka dibêjin ku Moskowê pirtir ji 90 hezar leşkerên xwe li ser sînorê Ukraynayê bi cîh kirine û dibe êrîşê bike, lê Moskow vê yekê red dike.

Rûsya dibêje ku ew jiber zêdebûna peywendîyên di navbera NATO û Ukraynayê de asta hişyarîyê zêde dike.

XS
SM
MD
LG