Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, îro Çarşemê di civîna bi Serokê Sûrîyê Beşar Esad re got ku artêşa Rûsya di aramkirina Sûrîyê de roleke karîger lihîst.
Putin got ku ewê bi berdewamî hevkarî bi hikûmeta Esad re bikin.
Serokê Sûrî Esad jî spasîya Putin kir ku di şerê navxweyî de alîkarîya wan kir û piştgirî da daxwaza wan ya vekişîna hemî hêzên bîyanî ji Sûrîyê.
Tevî ku niha Rûsya li Ukrayna jî operasyona taybet pêk tîne, helwesta wê ya ser Sûrîyê neguherîye," Esad got.
Moskow di Netewên Yekbûyî de piştgirîyeke sîyasî ya hêzdar dide Esad û bi awayekî aktîf navbeynkarî dike ku hikûmeta wî wî bi civaka navnetewî re peywendîyên xwe vegerîne asta normal.
Esad, herwiha ji Putin re spas kir ku di dema erdhejê de tîmên rizgarkirinê şandine û hêzên Rûsî yên li Sûrîyê di xebatên rizgarkirinê de alîkarîyeke xurt daye wan.