Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dubare Hilbijartina Erdogan Wek 'Belgeyên Zelal' Ên Piştgiriyê Bi Nav Dike


Serokê Rûsya Vladimîr Putin roja Yekşemê, pîrozbahiya serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di dubare hilbijartina wî de kir, ku tevî nakokiyan li ser mijarên sereke yên navnetewî bi Rûsyayê re hevkarî kiriye.

Li gorî malpera Kremlînê Putin got, "Serkeftina we ya di van hilbijartinan de encama aşkere ya xebata we ya fedakar e wekî serokê Komara Tirkiyê."

Putin ji Erdoganê ku wek "hevalê xwe yê delal" binav kir re got serkeftina we "belgeyeke eşkere ye ku gelê Tirkiyê piştgirîyê dide hewldanên we yên xurtkirina serweriya dewletê û rêvebirina siyaseteke derve ya serbixwe".

Herdu rêber di pevçûnên li Rojhilata Navîn û herêma Kafkasya ya Sovyeta berê de piştgirî dane lîstikvanên dijber, lê wan bi salan têkiliyên xurt jî pêş xistin.

Putin her wiha ji Erdogan re got ku "Rûsya ji bo pêşxistina têkiliyên dostane yên Rûsya û Tirkiyê alîkariya we ya kesayetî bilind dinirxîne" û "amadebûna xwe ya ji bo dewamkirina diyaloga me ya çêker" nîşan da.

Tirkiyê di warên ku ji bo Moskoyê serekene de, wek şerê li Sûriyê, rûbirûbûna Kremlînê bi NATOyê re, û êrîşa berfireh a Ukraynayê, xwedî bandorek e.

Enqerê dron radestî Kyivê kirin, lê wê red kir ku tevlî cezayên dijî Moskoyê bibe, bi vî rengî bû riyeke alternatîv ya girîng ji bo hinardeyên Rûsyayê ku bi giranî hatine cezakirin.

Her weha di navbera Ukrayna, Rojava û Rûsyayê de navbeynkarî kir, di nav de jî alîkariya navbeynkariya peymana ku hişt ku hinardekirina genimê Ukraynayê ji nû ve dest pê bike.

Putin bi "girîngiya mezin" pesna projeyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de kir, di nav de jî bingeha navokî ya yekemîn a Tirkiyê Akkuyu ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye çêkirin.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG