Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Televîzyona Dewletê: Putin Roja Çarşemê Beşdarî Lûtkeya Vîdyoyî Ya G20 Dibe


Serokê Rûsyayê Vladimir Putin (Arşîf)
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin (Arşîf)

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dê roja Çarşemê beşdarî civîna lûtkeya serkirdeyên G20-a vîdyoyî bibe. Ew di meha Îlonê de li New Delhi-yê di civîna kesane de amade nebû.

Bernameya Vesti TV ya Rûsyayê roja Yekşemê di postek medyaya civakî de amaje bi bernameya Putin a ji bo hefteya bê kir û got,"Vladimir Putin dê beşdarî lûtkeya vîdyoyî ya G20 bibe."

Putin neçû du civînên dawî yên G20 -ku Hindistanê di Îlonê de û Endonezyayê sala borî mêvandariya wê kiribûn. Wî wezîrê derve Sergey Lavrov li şûna xwe şand.

Di daxuyaniyekê de, Hindistanê roja Şemiyê got ku serokwezîrê wê Narendra Modi dê roja Çarşemê serokatiyek lûtkeya vîdyoyî bike da ku "encam û xalên çalakiyan ji lûtkeya New Delhi destnîşan bike."

Ji ber ku Dadgeha Cezayan ya Navneteweyî (ICC) li dor dersînorkirina neqanûnî ya zarokên Ukraynayê biryara girtinê ji bo rêberê Rûsyayê derxistiye, Putin tenê çend geştên kêm li derveyî Rûsyayê kirine.

G20 ji 19 aboriyên herî mezin ên cîhanê û Yekîtiya Ewropî û Yekîtiya Afrîkayê pêk tê.

Vesti li ser beşdarbûna Pûtîn a lûtkeyê hûrgilî nedan.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG