Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin jibo Malbata Prigojin Sersaxî Xwest


Serokomarê Rûsya Vladimir Putin piştî ketina firoka ku navê Rêberê Koma Wagnrê Yevgeni Prigozhin jî li lîsta rêwîyên wê hebû cara pêşî axifî.

Putin jibo malbata Prigozhin û malbatên din yên nasên wan bi ketina firokê canên xwe ji dest dane sersaxî xwest.

‘’Min Prigozhin ji salên 1990’î vir ve nas dikir, karsazekî jêhatî bû.’’

Ew do Çarşemê bi rêka vîdeokonferansê li hilcivîna BRICS’ê axifîbû, lê ser ketina firokê tiştek negotibû.

Sazîya firînên Rûsya, Rosaviatsia do Çarşemê dîyar kiribû li rojavayê welêt firokek ketiye û dabû zanîn ku Prigozhin jî tê de ye.

Karbidestên Rosaviatsia dîyar dikin bi ketina firokê, 3 ji wan pîlot, 10 kesan canên xwe ji dest dane û di nav wan de fermanderekî Koma Wagnerê jî heye.

Koma Wagner ya li Ukrayna şer dikir dijî Rûsya serî rakiribû, lê wê serhildanê kin ajotibû.

Rûsya dîyar dike ku wê ser ketina firokê dest bi lêpirsînê kiriye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG