Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn Dibêje Putin Wê Beşdarî Merasîma Oxirkirina Prigozhin Nebe


Putin û Prigozhin (Arşîv)
Putin û Prigozhin (Arşîv)

Kremlînê îro Sêşemê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin plan nake ku beşdarî merasîma oxirkirina serokê koma Wagner, Yevgeny Prigozhin bike ku hefteya çûyî di ketina firokê de hatibû kuştin.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov wek bersîva pirsekî got ku ew çaverê nake ku Putin di merasîmê binaxkirinê de amade be.

Peskov dîyar kir ku ew derheqa hûrgilîyên merasîma oxirkirinê ne xwedîyê ti agahîyan e û ew amadekarî di bin kontrola malbata Prigozhin de ne.

XS
SM
MD
LG