Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Cîhana Rojava bi Bersivdanek "Bilez Û Tund" Hişyar Dike


Serokê Rûsya Vladimir Putin
Serokê Rûsya Vladimir Putin

Serokê Rûsya Vladimir Putin roja Çrşemê cîhana rojavayî bi hişkî hişyar kir derbarê zêdegaviyên li ser berjewendiyên ewlekariya Rûsya û got dê bersiv ya "Tund û bilez" bîtin.

Ev hişyarkirina Putin di gotara wî ya salene de ya derbarê rewşa yekîtiya welat de hat, dema di nava qelbalixeke leşkeran de pêşkeş kir li nêzîk Ukrayna, ku di hefteyên dawî de binpêkirinên agirbestê zêde bûne, di nakokiyên ku 7 salin di navbera cûdaxwzên Ukraynî yên ji aliyê Rûsya ve tên piştevanî kirin û hêzên dewleta Ukraynî de.

Amerîka û hevpeymanan agahîya vekişandina hêzên xwe daye Kremlinê û ew hişyar kirîye.

Putin got "Hêvîdarim ku kesek bisteh neke hêlên sor yên girêdayî Rûsya derbaz bike, emê her zêdegaviyekê di ciyê wê de destnîşan bikîn".

Rûsya nerihetiya Ukrayna û ya welatên rojavayî derbarê anîna hêzan bo nêzîk sinorên Ukrayna red dike û got, Rûsya ne gefe li ser kesekî, ew azade ku hêzên xwe li ser erdê xwe belav bike.

Lê Kremlin jî dîsan rêveberiya Ukrayna hişyar kir ku eger ew hêzê bikar bîne bo kontrol kirina rojhelat ya di dest hêzên serhildayan daye, û got Rûsya dê neçar bimîne ku sivîlên li wê herêmê biparêze.

Putin got "Ya rastî em naxwazîn pir bêne şewitandin. Lê dema ku hin hizir bikin niyetbaşiya me bêxemiye yan jî lawazîye û dixwazin piran bişewitînin yan jî bipeqînin, wî çaxî bersivdana Rûsya dê gelek bilez û tund be."

Di peyva xwe de Putin bal kkişand ser pirsa nûjenkirina cebilxaneya xwe ya Atomî û got, arteş dê kirîna hejmarên zêde ya mûşekên ku ji dengî bileztirin û çekên din berdewam bike.

Herwiha Putin got, pêşxistina gemiyên jêrav yên atomî ji cûrê "Poseidon" û mûşekên arastekirî yên ji cûrê "Burevenstink" yên ku bi hêza atomî kar dikin bi berdewamî di serkeftinê dane.

XS
SM
MD
LG